Pêwendîya Franko-Kurdî Li Lubnan û Surîyeyê (1930-1946) û Bandora Wê Li Ser Avabûna Nasnameya Neteweyî Ya Kurdî
Author(s)
Date issued
April 1, 2021
In
WÊJE Û REXNE Kovara Şeş Mehane ya Lêkolîn, Rexne û Teorîya Wêjeyê
No
12
From page
12
To page
37
Abstract
Ev nivîs pêşî berê xwe dide wê ramana oryantalîzmê ya di navbera her
du şerên cihanê de û bi dû ra bala nivîsê dikişîne, tîne ser têgeha nasnameya
kurdî û dipirse ka elîtên Kurdan kengî, çira û çawa xebat kirin ku konsepteke
maqûl ya nasnameya kurdî ava bibe. Ji ber pêşveçûnên li Rojhilata Navîn, ev
xebata ji bo avakirina nasnameyê an jî çêkirina “civakeke yekgirtî ya xeyalî”
-mebest ji civakê, civaka kurmanca ye- di bin bandora fransîyan da pêk hat, ji
ber ku hingê Sûrîye di bin desthilata fransîyan da bû. Pêwendîya di navbera
karmendên fransî û rewşenbîrên kurd da welê kir ku di encama hevkarîya
wan da berhemên nivîskî derkevin holê ku him hêz û îlhamê da ji bo avakirina
nasnameya kurdî, him jî îmaja kurdan li Ewropayê xweş kir. Lê di çêkirina
nasnameyeke kurdî da ku her kesê ku dixwest nikaribû tevî wê proseya çêkir-
inê bibe, encameke berbiçav derket holê: “Rewşenbîrê Ewropa dîtî” mecbûr
man di nav civakeke sembolîk da bijîn, ev civak ji wê civaka berê gellekî cuda
bû ewa ku yên ne-elît yan jî elîtên ‘adetî wekî şêx û serok’eşîr tê de xwedî-
hukm bûn.

Publication type
journal article
File(s)