Pêwendîya Franko-Kurdî Li Lubnan û Surîyeyê (1930-1946) û Bandora Wê Li Ser Avabûna Nasnameya Neteweyî Ya Kurdî
Abstract |
Ev nivîs pêşî berê xwe dide wê ramana oryantalîzmê ya di
navbera her du şerên cihanê de û bi dû ra bala nivîsê dikişîne, tîne ser têgeha nasnameya kurdî û dipirse ka elîtên Kurdan kengî, çira û çawa xebat kirin ku konsepteke maqûl ya nasnameya kurdî ava bibe. Ji ber pêşveçûnên li Rojhilata Navîn, ev xebata ji bo avakirina nasnameyê an jî çêkirina “civakeke yekgirtî ya xeyalî” -mebest ji civakê, civaka kurmanca ye- di bin bandora fransîyan da pêk hat, ji ber ku hingê Sûrîye di bin desthilata fransîyan da bû. Pêwendîya di navbera karmendên fransî û rewşenbîrên kurd da welê kir ku di encama hevkarîya wan da berhemên nivîskî derkevin holê ku him hêz û îlhamê da ji bo avakirina nasnameya kurdî, him jî îmaja kurdan li Ewropayê xweş kir. Lê di çêkirina nasnameyeke kurdî da ku her kesê ku dixwest nikaribû tevî wê proseya çêkir- inê bibe, encameke berbiçav derket holê: “Rewşenbîrê Ewropa dîtî” mecbûr man di nav civakeke sembolîk da bijîn, ev civak ji wê civaka berê gellekî cuda bû ewa ku yên ne-elît yan jî elîtên ‘adetî wekî şêx û serok’eşîr tê de xwedî- hukm bûn. |
Keywords |
|
Citation | Tejel, J. (2021). Pêwendîya Franko-Kurdî Li Lubnan û Surîyeyê (1930-1946) û Bandora Wê Li Ser Avabûna Nasnameya Neteweyî Ya Kurdî. WÊJE Û REXNE Kovara Şeş Mehane ya Lêkolîn, Rexne û Teorîya Wêjeyê, 12, 12-37. |
Type | Journal article (Other) |
Date of appearance | 1-4-2021 |
Journal | WÊJE Û REXNE Kovara Şeş Mehane ya Lêkolîn, Rexne û Teorîya Wêjeyê |
Volume | 12 |
Pages | 12-37 |